سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî pêşwazî li şandeka parlementerên Iraqî û parêzgarê Selahedîn kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeka parlementerên Iraqî û parêzgarê Selahedîn kir

1 min read
0
61

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeka parlementerên Iraqî û parêzgarê Selahedînê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke parlementerên Iraqî kir ku ji Dr. Quteybe El Cibûrî Serokê Lîjneya Tendirustî û Jîngehê û Musenna El Sameraî Serokê Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha Dr. Emar Cebir El Cibûrî Parêzgarê Selahedînê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha rewşa parêzgehên navîn yên Iraqê guftûgo hatin kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Biro: Divê diyaloga bi Şamê re di bin çavdêriya navdewletî de be

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm …