سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Navxwe guhartinê di hemû dezgehên xwe de dike”

Wezareta Navxwe guhartinê di hemû dezgehên xwe de dike”

1 min read
0
43

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê tekez kir, Wezareta Navxwe guhartinê di hemû dezgehên wezaretê de dike.

Di merasîmekê de ku Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên Soran amade bûn, guhartin di çend postên Wezareta Navxwede hatin kirin.

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê Tariq Ehmed di merasîmê de ragihand, ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê, aktîvkirina dezgehan û xizmeta welatiyan, Wezareta Navxwe guharitinê li hemû dezgehan dike.

Ragihand jî, “Pêştir, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed amaje bi wê yekê kir ku dê guhertin li ser hemû postên Wezareta Navxwe bê kirin, hem li navenda polîsan û heta Rêveberiya Giştî. Niha jî guhertinan dest pê kirine û dê berdewam bin”

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê di merasîmê de spasiya hemû rêvebir û efserên ku di dezgehên wezareta navxweyî de kar kirine kir.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2ê Adara 2021ê pêşwaziy…