سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Navxwe: Pêngavên duristkirina hêza deriyên sînor dest pê dike

Wezareta Navxwe: Pêngavên duristkirina hêza deriyên sînor dest pê dike

1 min read
0
61

Wezareta Navxwe derbarê pêkanîna hêzêke taybet bi nehiştina qaçaxçîtiyê deriyên sînorî daxuyaniyek belav kir û da zanîn bi hevbeşiya Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge hatiye damezirandin.

Daxuyaniya Wezareta Navxwe wiha ye:

Îro roja duşemê 11.01/2021ê herdû birêz Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe , li bajarê Hewlêrê civînek encam dan ji bo guftugokirina derbarê çawaniya cîbicîkirina biryara encûmena wezîran a Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna hêzêke taybet bi nehiştina diyardeya qaçaxçîtîiya li xalên sînûrî yên Herêma Kurdistanê. Di civînê de herdû alî li ser mekanîzma pêkanîna wê hêza û dabeşkirina erkên wan rêkeftin û biryare, di demeke nêzîk de pêngeavên duristkirina wê hêzê, dest pê dikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…