سه‌ره‌تا kurdistanî “Lazim e komîteya parlementoyê di nav 15 rojan de arîşeyên gundê Pelkane çareser bike”

“Lazim e komîteya parlementoyê di nav 15 rojan de arîşeyên gundê Pelkane çareser bike”

1 min read
0
121

Qaymeqamê nahiya Sergeran ya Kerkûkê dibêje, ew komîteya ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve bo pirsgirêkên gundê Pelkane hatiye avakirin, lazim e di nav 15 rojan de pirsgirêkên wî gundî çareser bike.

Qaymeqamê nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Loqman Husên ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, komîteya ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve bo pirsgirêkên gundê Pelkane hatiye avakirin, dest bi kar bûye.

Loqman Husên her wiha gotiye, komîte lazim e di nav 15 rojan de tevahiya arîşeyên devera Sergeran û bi taybet arîşeyên gundê Pelkane çareser bike. Çimkî xelkê gund ji aliyê erebên hawirde ve rastî zilm û zordariyek mezin hatine.

Qaymeqamê Sergeran daye zanîn, xelkê gundê Pelkane bi taybet yên ku zevî û xaniyên wan ji aliyê ereban ve hatiye zeftkirin, daxwaz dikin arîşeyên han bi lez bên çareserkirin, ji ber ku gelekî tengav bûne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…