سه‌ره‌تا kurdistanî Li Rojava 7 kesên din bi Koronayê can dan

Li Rojava 7 kesên din bi Koronayê can dan

2 min read
0
94

Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 48 kes jî pê ketin.

Desteya Tendirustiyê Rojavayê Kurdistanê, amarên nû yên Koronayê aşkere kir û ragihand, di 24 saetên borî de 2 kes li Şehba, 2 kes li Qamişlo, kesek li Hesekê, kesek li Amûdê û kesek jî li Şehbayê, bi giştî 7 kes bi vîrusa Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên nû yên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, 48 pêketiyên nû yên Covid-19 li navçeyê hatine tomarkirin, ku 24 ji wan mêr û 24 jî jin in û 4 kes li Hesekê, 3 li Qamişlo, 7 li Dêrikê, kesek li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, kesek li Tirbespiyê, 6 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 2 kes li Dêrezorê û 2 kes jî li Kobanî bûne.

Desteya Tendirustiyê herwiha diyar kiriye, ku herî dawî 9 kes ji pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên nû re, li navçeyên Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve heta niha 7 hezar û 581 kes bi vîrusa Covid-19 ketine, ku 241 kes ji wan canê xwe ji dest dane û hezar û 87 kes jî baş bûne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Hewlêrê

Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li…