سه‌ره‌تا kurdistanî Jeffrey: Bi hêvî ne Tirkiyê piştrast bibe ku PKK û YPG hemû kurdan kontrol nakin

Jeffrey: Bi hêvî ne Tirkiyê piştrast bibe ku PKK û YPG hemû kurdan kontrol nakin

3 min read
0
65

Nûnerê berê yê Amerîka ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey radigihîne, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û bi hêvî ne ku Tirkiye piştrast bikin ku PKK û YPG dê hemû kurdan kontrol nekin.

James Jeffrey di hevpeyvînekê bi rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonî re ragihand, hêzeke Amerîka ya biçûk li bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo piştevaniya HSDê di şerê li dijî DAIŞê de maye. Amerîka bi hebûna wê hêzê, rê nade Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê wê herêmê kontrol bike.

Li ser diyaloga Kurdî – Kurdî jî Jeffrey got: Danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û bi hêvî ne ku Tirkiye piştrast bikin ku PKK û YPG dê ne li ser hemû kurdan serdest bin.

Derbarê Idlibê de jî got: “Piştrast im ku rêjîma Sûriyê venagere Idlibê, ji ber ku dora 20-30 hezar leşkerên Tirk li wir in û ew dikarin rê nedin ku rêjîm vegere wî bajarî.”

Jeffrey Diyar kir, Tirkiye ji bo hebûna xwe li bakurê rojavayê Sûriyê, piştevaniyê ji Amerîka, NATO û Ewropayê werdigire.

Tekez kir: “Li Sûriyê, herêmek di bin kontrola rêjîmê, bakurê rojava Sûriyê di destê Tirkiye û çekdarên opozîsyonê de û bakurê rojhilatê Sûriyê jî di destê HSDê de ye. Lê dabeşbûna rasteqîne ew e, herêmên di destê rêjîmê de ne û herêmên din ne destê wê de ne û ti carî jî nakevin destê wê.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) k…