
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 435 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 435 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 144 kes li Hewlêrê, 125 kes li Silêmaniyê, 135 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand; 25 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce, 3 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 324 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 94856
Mirin: 3061
Başbûn: 58640
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta taybet a ji bo Covid-19ê ye.