سه‌ره‌تا kurdistanî Fuad Husên û Sergey Lavrov çend mijarên li ser Iraq û Rûsyayê gotûbêj kirin

Fuad Husên û Sergey Lavrov çend mijarên li ser Iraq û Rûsyayê gotûbêj kirin

2 min read
0
149

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Moskowê di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, spasiya rola Rûsyayê ya di şerê dijî DAIŞê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, “bi mebesta girîngîdana berjewendiyên hevbeş, her du aliyan li ser berdewamkirina hemahengî û peywendiyên navbera Bexda û Moskowê di piraniya waran de hevnêrîn bûn, bi taybetî di peywendiyên stratejî, siyasî, aborî û bazirganî de”.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kiriye ku mikurbûna welatê wî, peywendiya dîrokî ya navbera her du welatan pêkve hiştiye, ligel vê yekê jî, daxwaza peywendiyeke nû ji bo hevkarîkirina navbera her du aliyan dike.

Fuad Husên diyar kiriye: “Peywendiya navbera Iraq û Rûsyayê pêşketinên berçav di xwe de dîtine, li ser asta berjewendiyên dualî jî destkeft hebûn, ku ji aktîvkirina 14 bendên hevfêmkirinê bo warên xwendin û perwerde, tendirustî, petrol û veguhestinê pêk tê, ku biryar e sala bê (2021) di civîneke lijneya hevbeş a hevkariya aborî û teknîkê de werin îmzekirin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê pesnê rola Rûsyayê di şerê dijî DAIŞê de daye û tekezî li ser girîngiya berdewamiya Rûsyayê di rahênankirin û perwerdeya hêzên serbazî yên Iraqê û danûstandinên zanyariya îstixbaratî kiriye, bi mebesta rêgirtina li çalakiyên komên terorîst.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …