سه‌ره‌تا kurdistanî Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

5 min read
0
113

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dakokî li parastina mafên jinên Kurdistanê, nehiştina tundiya li ser jinan, diyardeyên nexwestî yên civakî û dabînkirina wekheviya civakî dike.

Piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi navê Encûmena Wezîran, car din xemgîniya xwe li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand û sersaxî da malbat û xizmên hemû wan welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.

Di mijara destpêkê ya civînê de geşedanên herî dawî yên rêrewa danûstandinên ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê yên li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê axivîn, bi taybetî jî piştî derbaskirina yasaya tijîkirina valahiya darayî bo sala 2020an ji aliyê Parlementoya Iraqê ve, bêyî amadebûna fraksiyonên Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dane û hemû pabendbûnên xwe ji bo gihiştina rêkeftineke bingehîn ligel Hikûmeta Federalî cîbicî kirine û di gotûbêjan de berdewam e. Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê aliyê fermî yê gotûbêjan e ji bo çareserkirina kêşeyan ligel Hikûmeta Federalî û bi ti awayî Hikûmeta Herêmê, dest ji mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernade. Herwiha eşkere kir: “Paşxistina neşandina para budceya Herêma Kurdistanê, geşedaneke metirsîdar e û binpêkirina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê ye.”

Encûmena Wezîran biryar da, nameyeke fermî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Encûmena Wezîran a Iraqê re bişîne û daxwaza para budceya Herêma Kurdistanê bike ji bo mehên pênc, şeş, heft û dehê îsal, ku mafê rewa yê Herêma Kurdistanê ye û Hikûmeta Federalî neşandine.

Herwiha Encûmena Wezîran spasiya helwesta Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir, ku di gotareke xwe de ji bo Encûmena Asayîşê, tekezî li wê yekê kir ku karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê, tenê karmend û mûçexurên Herêmê nînin, di heman demê de welatiyên Iraqê ne û divê mijara mûçeyê nebe beşek ji kêşeyên siyasî û nabe bi awayekî giştî bibin qurbanî.

 

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Qamişlo şer di navbera asayiş û hêzeke rêjîma Sûriyê de derket

Li Qamişlo şer di navbera hêzên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma …