سه‌ره‌تا kurdistanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Babeşêx dike

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Babeşêx dike

2 min read
0
81

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de ligel Baba Şêxê Êzîdiyan, pirozbahiya destbikarbûnê li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û piştevanî ji Êzidiyan re tekez kir.

Roja Şemiya borî Êzidiyan Elî Elyas Hecî Nasir wek Babaşêxê nû destnîşan kir. Ev piştî wê hat, berî mehekê Babeşêx Xertû Hecî Îsmaîl koça dawiyê kiribû.

Deqa daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê pêwendiya telefonî de:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro Şemiyê 21/11/2020 di peywendiyeke telefonî da li gel birêz Babeşêxê Êzdiyan, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest, her wiha hemû piştgîriyeke ji bo Êzdiyan dupat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê birêz Babeşêx, erkêkê ruhî olî ye û nabe hîç bandoreke siyasî li ser birêz û erkê wî yê olî de hebe, her wiha hêvî xwest ku bibe sêwan û çetra komkerê tevahiya Êzdiyan û bikarê serkeftiyane rola xwe li tebayî û pêkvejiyan û hevduqebûlkirina di navbera pêkhatên Kurdistan û Iraqê de bibîne.

Ji aliyê xwe ve birêz Babeşêx spas û pêzanînên xwe yên ji bo pîrozbahî û biserkirina birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û daxwaz kir rêzdar û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û tevahiya aliyên peywendîdar ên li Herêma Kurdistanê li hevkarî û piştgîriya Êzdiyan de berdewam bin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2ê Adara 2021ê pêşwaziy…