
Di navbera Ranye û Nemgard de (Parêzgeha Silêmanî) pireka nû ya 420 metreyî tê çêkirin.
Di krîza aborî ya cîhanî û şertên pandemiya Koronayê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser seferberiya avadankirina herêma Kurdistanê berdewam e.
13’yê Adarê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berê bingehîn hatibû danîn. Piştî haziriyên berfireh çêkirina pirê destpêkir.
Avakirina pira nû ser daxwaza Wezîrê Avadankirinê Dana Abûlkerim hat destpêkirin.
Nirxê projeya vê pira 420 metreyî 11 milyar û 387 milyon dînarê Iraqî ye.
Her wiha ev pir dê ji bo geşt û gûzariya Herêma Kurdistanê gelek sûdewer be. Bi vî awayî bandorên erênî li ser aborî û pêşketina Kurdistanê bike.