سه‌ره‌تا kurdistanî Lîza Kakeyî: Şovenîstên Iraqê ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser navçeyên Kurdistanî ditirsin

Lîza Kakeyî: Şovenîstên Iraqê ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser navçeyên Kurdistanî ditirsin

2 min read
0
187

Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, şovenîstên parlamentoya Iraqê ji rêkeftina Hewlêrê û Bexdayê ya derbarê navçeyên sînorê madeya 140 a destûra Iraqê ya mayînde ditirsin û hewla asteng kirina wê proseya asayî kirina rewşa wan navçeyan didin.

Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdisanê Lîza Felakedîn Kakeyî ji BasNewsê re ragehand, armanca sereke ya wê hewldana parlamentoya Iraqê, şovenîstên Iraqê ya birîna mûçeyên herêma Kurdistanê, binpe kirin û ava kirina pirsgirêkan e û astengî çekirin di peyvendiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye bo asteng kirina proseya asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye.’’

Herwaha got: ‘’Tişta li Parlamentoya Iraqê pêkhat, verêşandina kîna erebên şovenîst bû li hember rêkeftina her du hikûmetan li ser asayî kirina rewşa Şingalê. Tirsa wan heye ku rêkeftin li ser navçeyên din ên sînorê madeya 140 de jî pêkbê ku hewldan bi çavdêriya Netewên Yekbûyî zêde bûne û rojane şandeyên leşkerî yên herêma Kurdistanê û Iraq a federal dicivin û gelek qonaxên baş û giring derbas kirine.’’

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Hejmara kuştiyên şerê HSD û DAIŞê li Hesekê zêde dibin – Şer heta niha jî berdewam e

Şer û pevçûnên li zîndana “Sinaa” a Hesekê, mezintirîn zindanên DAIŞê li Sûriyê di roja 3e…