سه‌ره‌تا kurdistanî Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina koronayê zêde dibe

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina koronayê zêde dibe

2 min read
0
146

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 735 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 735 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 292 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê, 283 kes li Duhokê û 32 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 22 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 286 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 204 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 3 kesl li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 46466

Başbûn: 29708

Mirin: 1693

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2ê Adara 2021ê pêşwaziy…