سه‌ره‌تا kurdistanî Pêşverû: Divê ENKS û PYNKê riya tevlêbûna me di “Lêvegerê” de bibînin

Pêşverû: Divê ENKS û PYNKê riya tevlêbûna me di “Lêvegerê” de bibînin

2 min read
0
135

Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû radigihîne, ENKS û PYNKê berpirsyar in ku riyekê bibînin ji bo Pêşverû tevlî Lêvegera Kurdî bibe.

Di çarçoveya beşdarîkirina di diyaloga Kurdî de, pêr 22ê Îlonê şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) seredana Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kiribû û mekanîzma tevlîbûna Pêşverû di diyaloga Kurdî de gengeşe kir.

Derbarê vê mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Faris Osman ji Ku24 re ragihand, danûstandin di navbera her du aliyan de ye û ew wekî Pêşverû projeyek wan hebû, ta ku tevlî diyalogê bibin, lê ev yek qebûl nebûye. Loma ji ber nebeşdariya Pêşverû di diyalogê de, her du alî ENKS û PYNK berpirsyar in û dive ew alî riyekê bibînin ji bo Pêşverû cihê xwe di Lêvegera Kurdî de bibîne.

Heft meh in ji bo yekrêziya aliyên kurdî li rojavayê Kurdistanê, bi destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê, bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Herêma Kurdistanê, diyaloga kurdî – kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de tê kirin.

Qonaxa duyem a diyalogê ber bi dawiyê ve diçe û duhî Serokê Şanda Danûstandkar a ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, guftûgoya li ser avakirina Lêvegera Kurdî heta radeyeke baş derbas bûye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…