سه‌ره‌تا kurdistanî Li rojavayê Kurdistanê 39 kes bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê 39 kes bi Koronayê ketin

1 min read
0
138

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 39 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 10 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes Kobaniyê û 2 kes li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1343 kesan, ji wan 55 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 16 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 379 kesan.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “ENKS kiryarên hova…