سه‌ره‌تا kurdistanî Îro li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketina koronayê hat tomarkirin

Îro li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketina koronayê hat tomarkirin

2 min read
0
126

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 955 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 955 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 340 kes li Hewlêrê, 98 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Germiyanê, 187 kes li Raperînê, 370 kes li Duhokê û 26 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 19 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê û 9 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 374 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 202 kes li Hewlêrê, 30 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 66 kes li Raperînê, 22 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 43323

Başbûn: 27698

Mirin: 1572

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Hewlêrê

Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li…