سه‌ره‌تا kurdistanî Kerta weberhênanê tê vejandin û yasaya wê jî tê hemwarkirin

Kerta weberhênanê tê vejandin û yasaya wê jî tê hemwarkirin

2 min read
0
212

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên weberhênanê Rêbaz Hemlan, aşkere kir piştî wergirtina pêşniyazên şarezayan dest bi kerta weberhênanê tê wejandin û wê yasaya weberhênanê jî wê wê bê hemwarkirin.

Rêbaz Hemlan îro roja şemiyê 19.09.2020an ji BasNewsê re axivî û behsa projeyên weberhênanê li Kurdistanê kir. Rêbaz Hemlan aşkere kir ji ber nexweşiya Koronayê weberhênerên biyanî ji Herêma Kurdistanê û dest bi kar kirine.

Herwiha Rêbaz Hemlan behsa hemwarkirina yasaya weberhênanê kir û da zanîn hemû aliyên siyasî bîr û boçûnên xwe ji encûmena bala ya weberhênanê re anîne ziman û desteya weberhênanê, bo hemû alî beşdar bin wê pêşniyaz yasayê pêşkêşî parlementoya Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Rêbaz Hemlan amaje bi wê yekê jî kir gelek qeyranên weke şerê DAIŞê, qeyrana sala 2014an û nexweşiya vîrusa Koronayê bûne sedem ku kerta weberhênanê lawaz bibe lêbelê wê ew hewl didin kerta weberhênanê vejînin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “ENKS kiryarên hova…