سه‌ره‌تا kurdistanî Li rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

1 min read
0
197

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; 3 kesan ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane û ji wan kesek ji Qamişlo, kesek li Reqa û kesek jî li Şehbayê bûye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 27 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 12 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê , 4 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan, kesek li Tirbespiyê, kesek li Dirbêsiyê, 3 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 354 kesan, ji wan 58 kes baş bûne û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) k…