سه‌ره‌تا kurdistanî Sefîn Dizeyî: Mesrûr Barzanî nameyek taybet bo Mike Pompoe şand

Sefîn Dizeyî: Mesrûr Barzanî nameyek taybet bo Mike Pompoe şand

4 min read
0
127

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî raghihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameyeke taybet bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompe şandiye.

Îro roja şemiyê 22.08.2020an Sefîn Dizeyî derbarê danûstendinên van demên dawî yên Iraq û Amerîkayê û amadebûna şanda Herêma Kurdistanê di civînan de, Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re axivî û got: “Armanca Amerîka ew e ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baş bin û seqamgîriyeke baş hebe li Iraqê, çunke Amerîka dixwaze rêkeftineke wê ya stratejik bi Iraqê hebe.Herwiha dixwaze kêşeyên navxwe di nava Iraqê de werin çareserkirin. Bi taybetî naxwaze destêwerdanên derekî li nava Iraqê hebe.”

Herwiha Sefîn Dizeyî aşkere jî kir Amerîka bi giştî aramî û seqamgirî li nava Iraqê hebe û kêşeyên navxweyî li Iraqê çareser kirîbin û Amerîka hewl dide Bexda kêşeyên ligel Hewlêrê çareser bike.

Di berdewamiyê jî de Sefîn Dizeyî got: ” Beriya civînên şanda Iraq û Amerîkayê li Washingtonê bicivin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameyek bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo şand û piştevaniya Herêma Kurdistanê bp rêkeftina Iraqê û Amerîkayê anî ziman. Herwiha daxwaz ji Amerîkayê kir ku rola xwe di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de bi cî bîne. “

Derbarê çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê jî de Sefîn Dizeyî got: “ Çend dosye hene di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Hinek jê pirsên dirêj in û zûde hene û weke meseleya erebkirina herêmên kurdan. Ev pirs bi mehekê çareser nabe. Lêbelê maddeyeke destûrê heye divê li gor wê maddeye hin gav bêne avêtin. Hinek babet jî hene divê zû werin çareserkirin. Divê Iraqê bilez tevbigere. Bo nimûne divê Iraqê yasaya yasay neft û gazê zû derbixe. Lê Iraqê wê yasayê dernaxe. Ligor yasaya kevn tevdigere û ligor yasaya kevn hemû desthilata gazê di destê Iraqê de ye. Destûra Iraqê îdareyeke hevbeş daye Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ji ber wê divê yasaya nû were derxistin. Danûstendina Hewlêr û Bexdayê berdewam dike. Tê çaverêkirin gelek pirs heta serê salê werin çareseririn. Herwiha Iraq budçeya 2021ê ya Herêma Kurdistanê jî bişîne.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…