سه‌ره‌تا Derve Dîsan firokexane ya Bexdayê hat mûşekbaran kirin

Dîsan firokexane ya Bexdayê hat mûşekbaran kirin

2 min read
0
525

çavkanîyekê ewlehîyê li bajarê Bexda Ragehand, bingeha Vîktorya li Firokexane ya Bexdayê bi dû mûşekan bûne aramanc.

Ewî çavkanî ku amaje bi navê wî nehatîye kirin, bi malpera Bexdad Elyewm ragehandîye, pişka serbazî ya bingeha Vîktorya li firokexaneya Bexda bi dû mûşekên ji corê 107 kirine armanc.

Derbarê zîyanên wê hêrişê û cihê havêjtina mûşekan wî çavkanî ti zanyarîyek dî ranegehandîye.

Ev di demkê de, şeva burî jî serbazgeha Tacî li bakûrê Bexdayê hate mûşekbaran kirin û sê mûşek bi wê serbazgehê ketin.

Duv re jî ragehandina şaneya ewlehîyê li Îraqê ragehand, serbazgeha supayê Îraqê li Tacî bi sê mûşekên ji corê Katyoşa kirine armanc ku ew mûşek ji navçe ya Sebielbur hatibûn havêjtin.

Amaje bi wê yekê jî dabû, ku ew mûşek bi pêghên Îraqê ketibûn. Mûşeka yekem bi refa pazdema firokevanîya supayê Îraqê ketibû û zîyaneka mezin gehandibû yek ji wan firokeyên supayê Îraqê. Mûşeka dûyem jî bi kargeha duristkirina top û çekan ketibû û zîyaneka mezin a madî gehandibû wê kargehê. Sêyem mûşek jî bi refa dûyema firokeyên supay ketibû lê ne teqê bû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê (UNITAD) kir

Nîvroya îro dûşem 19.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya bi…