سه‌ره‌تا Derve Yûnanistan: Tirkiye bûye bela!

Yûnanistan: Tirkiye bûye bela!

1 min read
0
391

Serokwezîrê Yûnanistanê li ser bicîhanîna nimêjê li Ayasofya nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew karê Tirkiyê heqaret e li şaristaniya sedsala 21. Tirkiyê jî bersiva wî da û ragihand, bila Yûnanistanê ji xewa Bîzans rabe!

Duhî piştî 86 salan dîsa li dêr-mûze-mizgefta Ayasofya li Stenbolê nimêj hat kirin. Di nimêjê de serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bibû û çend ayet Quran jî xwand.

Li ser vê yekê, serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs bertek nîşan da û ragihand, ewa ku Tirkiyê li hember Ayasofya dike, heqaret e li şaristaniya sedsala 21.

Mîçotakîs her wiha got, Tirkiye bûye bela û ew tişta ku li ser serê Ayasfoya diqewime, nîşana lawziyê ye ne bihêziyê.

Wezareta derve ya Tirkiyê jî bersiva serokwezîrê Yûnanistanê da û ragihand, Ayasofya milkê Tirkiyê ye, ji ber wê jî bila êdî Yûnanistan ji xewa Bîzans rabe!

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê (UNITAD) kir

Nîvroya îro dûşem 19.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya bi…