سه‌ره‌تا Derve Kazimî li Tehranê: Nahêlin ji axa Iraqê ve hêriş bo ser Îranê bihête kirin

Kazimî li Tehranê: Nahêlin ji axa Iraqê ve hêriş bo ser Îranê bihête kirin

2 min read
0
175

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro li gel serokê Komara Îslamîya Îranê Hesen Ruhanî di kongireyeka rojnamevanî de got: Iraqê peywendîyeka dostane li gel Îranê dixwaze ku li ser bingehea destwernedanê be di karûbarê navxweyî de.

Mistefa Kazimî got jî: “Peywendîyên derve yên Iraqê li ser bingeha hevsengî û xwe dûrxistinê ji mihwerên sîyasî hatîye avakirin, lewma Iraq rê nade ji axa wê ve ti gefek berev Îranê biçe.”

Mistefa Kazimî ew yek jî bi bîranî ku Îran di şerê dijî Daişê de piştîvana Iraqê bûye û got: Em qet wê piştîvanî û hevkarîya Îranê ji bîr nakin.

Di beranber de, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî got: “Di şîyana Îranê de heye ji alîyê Tenduristîyê û dermanan ve pêdivîyên Iraqê dabîn bikin. li gel Kazimî me behsa pirsên navçeyê û belavbûna Koronayê kir û me tekez jî kirîye, ku Îran peyman dide bi hemû şîyanên xwe ve mil bi mil li gel Iraqê raweste û piştîvanîya Bexdayê bike”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…