
Îro roja duşemê 13.07.2020an Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi nûnertiya Serok Mesûd Barzanî serdana Konsolxaneya Giştî ya Misirê li Hewlêrê kir.
Di wê serdanê de Hêmin Hewramî peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Konsolê Hewlêrê li Misirê Ehmed Hars gihand Konsolxaneya Misirê li Hewlêrê û bo Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Wezareta Dervey û gelê Misirê. Di wê peyamê de Serok Barzanî hêvî xwest ev axerin xema xelkê Misirê û Wezareta Tendirustiya Misirê be û Xwedayê dilovan konsol Ehmed Hars bi behişta xwe nazil bike û peywendiyên Misirê û Herêma Kurdistanê her berdewam bin.
Herwiha di wê serdanê de peywendiyên dîrokî yên milletê kurd û xelkê Misirê hatiye gotûbêjkirin. ,