سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê kir

Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê kir

4 min read
0
194

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, rewşa niha ya belavbûna nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê, pêngavên sînordarkirina wê vîrusê, aktîvkirina rêkarên xweparêziyê û pabenbûn bi rênimayên tendirustî hatin nirxandin.

Wezîrê Tendirustiyê raportek derbarê rêjeya pêketiyan, miriyan û başbûyan pêşkêş kir, ku amaje bi sedemên bilindbûna hejmara pêketiyan û bilindbûna rêjeya wê kir, ku sedema sereke, pabendnebûn bi rênimayên tendirustiyê ye.

Piştre Wezîrê Navxwe, Veguhastin û Gihandin û Fermengeha Pêwendiyên Derve têbîn û nirxandinên xwe derbarê rêkarên xweparêziyê û asta pabendnebûna bi rênimayan pêşkêş kirin.

Hewiha Serokwezîr Barzanî ronî xiste ser metirsiyên belavbûna zêdetir a vîrusê li Herêma Kurdistanê û zêdebûna rêjeya pêketiyan û miriyan û amaje bi wê da, ku mixabin ji ber siyasetkirina wê babetê û pabendnebûna bi rênimayan, hejmara pêketiyan û miriyan roj bi roj bilind dibe. Ji ber wê, careke din daxwaza ji welatiyan dikim, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe, kesûkarên xwe û civakê biparêzin.

Piştî nirxandina pêwîst ji rewşê re, Komîteya Bilind a Wezarî bo Rûbirûbûna Koronayê biryar da:

Yekem: Herdu wezart Tendirustî û Navxwe bi derkirina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê yên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê û spandina bikaranîna mask û lepikan û têkelnebûnê li cihên giştî, wezaret û fermangehên hikûmî berdewam bin û pêdaçûnê ji bo bicihkirina wan biryarên pêştir ji Encûmena Wezîran derketine bikin û serpêçan siza bidin.

Duyem: Qedexeya çûnûhatinê di navbera bajaran û di navbera parêzgehan de heta dema ku ji aliyê odeya operasyonên parêzgehan ve hatine ragihandin berdewam be û girtina cihên giştî berdewam be.

Sêyem: Geştên esmanî heta 22ê vê mehê radiwestînin û piştre bi hevahengiya bi Hikûmeta Federalî ya Iraqê re, biryara pêwîst di wê derbarê de bi berçavgirtina rêkar û rênimayên tendirustî tê dayîn.

Çarem: Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Fermangeha Medya û Zanyariyan di çarçova biryar û rênimayên Wezareta Tendirustiyê hatin raspardin ji bo berdewambûna bi hilmeta hişyarkirina welatiyan bo pabendbûn bi rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bi hevkarî û hevahengiya bi dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê re.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…