
Fermandarê Giştî yê HSD digel kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê ya sala 2013an civiya û soz a çareserkirina tevayiya şaştiyên YPG da.
Mezlûm Ebdî û Komîteya Lihevkirinê bi amadebûna hejmarek ji fermandarên YPG bi kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê re rûnişt. Mezlum Ebdê diyarkir, tevayiya daxazên kesûkarên qurbaniyan qebûl kirin e û ew dê kar liser çareserkirina tevayiya şaştiyan bikin.
Ji alî xwe ve, Peyvdarê YPG Nûrî Mehmûd ragihand, danpêdanê bi şaştiyên YPG dikin, û berpirsiyariya wan bûyerên nexweş jî, heldigrin.
Di 27ê Hezîran a sala 2013an de, Asayişa bajarê Amûdê rûbirûyê xwepêşandanek li wî bajarî bû bû û gule berdabû xwepêşanderan. Di encam de 6 welatiyên Kurd şehîd bû bûn û bi dehan brîndar bû bûn.