سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

1 min read
0
195

Îro sêşem, 02.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li Baregeha xwe ya li Selaheddîn pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha ronahî xistin li ser serhildana tevgerên Da’îş û girift û kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê û meseleya koçberan.

Hêjayî gotinê ye birêz Balyozê Amerîka rola erênî ya Serok Barzanî li wan meseleyan û li rûyê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da bilind nirxand.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…