
Îro roja sêşemê 18.05.2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Serokê Hoza Koçerên Mîran Îbrahîm Nayîf Mistefa Paşa peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyam Serokwezîr Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Hozê Koçerên Mîran gihîşt me.
Sersaxiyê li tevahiya malbat û xizim û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyekî bibexşîne.