سه‌ره‌تا kurdistanî Fazil Mîranî: PDKyê ti girûp û bal nîne

Fazil Mîranî: PDKyê ti girûp û bal nîne

2 min read
0
151

Fazil Mîranî, sekiretêrê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di konfiranseka rojnamevanî de li Akrê ragehand, PDKyê ti bal û girûp nîne û em hemû yekin û û me tenê yek serok heye ew jî serok Barzanî ye.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku ew partên bal û girûp hene ji xwe re li xelkên din dinerin û weha hizir dikin hemû partîyan wek wan bal û girûp hene.

Got jî, peywendîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) bi wî awayî ne xirabe wek hinek xelik dixwaze.

Amaje bi civîna serokê Herêma Kurdistanê û serok komarê Îraqê kir û ragehand, Nêçîrvan Barzanî wek cêgirê serokê PDKyê û Berhem Salih wek endamê serkirdatîya YNKyê, bê guman bandora wan li ser partîyên wan dê hebe.

Xuya jî kir, di dema burî de sarîyek hebû di navbera PDKyê û YNKyê de, ku bi sedema rewşa sîyasî ya di nav YNKyê de bû, niha ku wê partîyê serkirdatîyeke nû helbijartîye, rêreweke nû heye, ew rêrew divê hev şêweyê Mam Calal mameleyê li gel PDKyê bike.

Got jî: Di navbera opizisyon û desthelatê de, gelek xalên hevpişik hene û divê herdû alîyan destkevtên herêmî li ba wan giring be.

Derbarê kabêneya nû ya Bexda jî, Fazil Mîranî got: Heya niha wezareta derve pişka PDKye û kandîdekî bo wê postê dîyar dikîn, lê berî wê li gel firakisyonên Kurdî diaxivîn.

 

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…