سه‌ره‌تا Derve Jeffrey: Divê hêzên Îranî, Tirkî û Amerîkî ji Sûriyê vekişin

Jeffrey: Divê hêzên Îranî, Tirkî û Amerîkî ji Sûriyê vekişin

5 min read
0
207

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê tekez dike, divê hemû hêzên piştî sala 2011an derbasî Sûriyê bûne (hêzên Îranî, Tirkî û Amerîkî jî) vekişin û tenê hêzên Rûsî bimînin.

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey di hevpeyvînekê bi rojanameya “El Şerq El Ewset” çapa Londonî re ragihand, Amerîka bi hemû riyên dîplomasî û lojîstî piştevaniyê li êrîşên Îsraîlê li ser binkeyên hêzên Îranî li Sûriyê dike. Divê ji bilî Rûsyayê, hemû hêzên piştî sala 2011an de derbasî Sûriyê bûne, jê derkevin, hêzên Tirkî, Îranî û Amerîkî jî.

Lê di derbarê hebûna hêzên Amerîkî de tekez kir: Hebûne me heta bidawîkirina erkê me ya leşkerî ya jinavbirina DAIŞê bi awayekî yekcarî berdewam e. Vekişandina bi temamî ji Sûriyê, ne di karnameya me de ye, ji ber ku hîna DAIŞ bi temamî têk neçûye.

Jeffrey got: Welatê wî dê berdewam be bi sepandina sizasyan li Sûriyê, heta bi çarseriya siyasî qebûl dike. Sizayên aborî, rewşa kesên nêzîkî Serokê Sûriyê têk dibe, em jî wê dixwazin, ji bo ku fişarê li Beşar Esed bikin, çareseriya siyasî qebûl bike.

Derbarê sizayên Ewropayî li ser Sûriyê de jî got, ew piştevaniyê li sizayên Ewropa li Sûriyê jî dikin, heta rêjîma Sûriyê bi çareseriya siyasî qebûl dike, hêvê jî heye rêjîm agirbesteke dirêj li Idlibê qebûl bike. Heger ne ji berdewamiya sizayan ba, rêjîma Sûriyê bi mercên Komîta Destûrê qayil nedibû.

Li ser hebûna hêzên Rûsî li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê, şanderê taybet ê Amerîka got, hêzên Rûsî bi 3, 4 yan 5 otomnbîlan gerên çavdêriyê birêve dibe, lê ti hebûneke wê ya rasteqîne li ser erdê nîne. Herwiha ti hebûna rêjîma Sûriyê nîne, hin binkeyên rêjîmê li Qamişlo û bajarê Dêrazorê hene, lê ti hebûna wan a rastî li ser erdê nîne. Hêzên li ser erdê ne, hêzên HSDê ne û ew hevpeymanê me ne di rûbirûbûna DAIŞê de.

Derbarê belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê de, Jeffrey diyar kir, vîrusa Korona bi awayekî berfireh belav nebûye. Herwiha diyar kir jî, ew dixwazin deriyê sînorî ya Til Koçerê vebe, ji bo hevkariyên bigihin Rojavayê Kurdistanê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…