سه‌ره‌تا kurdistanî Çekdarên ser bi Lîwa ya Weqas a ser bi Leşkerê Nîştîmanîya Sûriyê, pîrejneka 80 salî kuştin

Çekdarên ser bi Lîwa ya Weqas a ser bi Leşkerê Nîştîmanîya Sûriyê, pîrejneka 80 salî kuştin

2 min read
0
113

Rêkxistîya Mafên Mirov li Efrînê, evro Dûşembîyê ragehand, Hejmareka çekdarên ser bi Lîwa ya Weqas a ser bi Leşkerê Nîştîmanîya Sûriyê ve, li rêkevtê 18/4/2020ê, pîrejneka temen 80 salî bi navê Fatîme Îbrahîm Kine kuştin.

Rêkxistîyê aşkera jî kirîye, ku Fatîme Îbrahîm Kine hevjîna Sebrî Tane ye û xelka gundê Hîkce ya ser bi nahye ya Cindrês ye. Di wê demê de ku zaroyên Fatmayê çûbûn karê rezê tirî û zeytûnan bikin; Ew çekdar bi armanca dizîna zêr û xişlan çûbûn ser mala Fatmayê û Fatma xinkandibûn. Dema zaro vedigerin mal dayîka xwe dibînin li ser kursîyê hatîye kuştin û nîaşnên xinkandinê bi aşkera li ser gerû ya wê heye û şûna birînan li pîyên wê hene ji encam rakêşana wê ji jûr bo baxeç ya malê.

Herweha hatîye, ku piştî belavbûna nûçeya kuştina Fatmayê, çekdarên wê Lîwayê her çar kurên Fatmayê revandin daku ti axivtinan li ser wê bûyerê nekin. Ew çar Kurên wê jî, ewên hatine revandin evin:

Mehemed 60 sal.
Henan 45 sal.
Fewzî kurê Mehemdî 25 sal.
Fewzî 55 sal.
Herweha çekdarên wê lîwayê li gel revandina van çar kurên Fatmayê hejmareka jinan jî revandine bi bîyanû ya ku lêkolînê li gel Wan dê bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Mesrûr Barzanî bo Mezlûm Ebdi peyama sersaxiyê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata dayika Fermandarê Giştî…