
18 berketiyên din ên vîrusa koronayê ku li nexwaşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê bûn, baş bûn û ew şandin malên wan.
Îro 14.04.2020ê nexwaşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê bi daxuyaniyeke li tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand: ‘’Îro li nexwaşxaneya Rizgarî 18 kesên ku berketiyên vîrusa korona bûn, bi temamî baş bûne û piştî test û kontrolên dawî bo wan hatin kirin û testên wan negatîf derketin, ew ji malên wan re hatine şandin.’’
Daxuyaniyê de daxwaz ji hemwelatiyan hat kirin: ‘’Pêbend bin bi rênmayiyan, u bi temamî li hember vîrusa korona em serbikevin.’’