سه‌ره‌تا kurdistanî Fermandariya Leşkerê Roj bersiva buxtanên medyaya PKKê da

Fermandariya Leşkerê Roj bersiva buxtanên medyaya PKKê da

4 min read
0
130

Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerê Roj di ronîkirinê de red dike ku ti pêwendiya kesê ku li Lîbyayê hatiye desteserkirin, bi hêzên Leşkerên Roj re hebe û radigihîne, hin aliyên ser bi PKKê ve hewla şikandina navê pîroz ê hêza wan didin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerê Roj:

Gelek malper û rûpelên torên civakî nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Binceq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes li aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê şer dikir. Hin pêgehên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine ew kes Pêşmergeyekî ser bi hêzên (Leşkerê Roj) ve ye, wek hewlekê ji bo şikandina navê pîroz ê vê hêzê. Lewra tê xwastin em hemû aliyan bi vê ronîkirina girîng û pêdivî agahdar bikin:

Ev kesê navbûrî, bi ti şêwe û terzekî di nava hêzên me de ne Pêşmerge bû, belkû ti pêwendiyek di navbera wî û hêzên me de nîn e, ne ji nêzîk û ne ji dûr ve.

Navbûrî ligel malbata xwe piştî bûyerên sala 2012an koçberî Herêma Kurdistanê bûbû û di nava bi hezaran koçberên gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê yên netewî (Kurd, Ereb, Mesîhî) de bû. Piştre ber bi Tirkiyê ve çû û li wir bicih bû û venegeriya Herêma Kurdistanê.

Hêhayî gotinê ye, hêza (Leşkerê Roj) wek hêzeke Kurdistanî tê nasîn, hatiye damezirandin ji bo bergîriya li gel û xaka Kurdistana pîroz li hember dijmin û hemû awayên terorê, di heman demê de erkê parastina aramî û ewlehiya gelê Kurdistanê girtiye stûyê xwe û heman demê de rêzgirtina her gelekî cîhanê bi rêbaza xwe ya pîroz zaniye û bi taybet gelên herêmê.

Em wek miletê Kurd rêzê li gelê Lîbî digirin û van hewlên kesên nefesnizim şermezar dikin, ku bi hemû cureyan hewl dane navê hêzên me bi hin aliyan ve girê bidin, ku bi ti rengekî pêwendiya me pê ve nîne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …