سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tenduristiyê: 13 kesên din tûşî Koronayê bûne

Wezareta Tenduristiyê: 13 kesên din tûşî Koronayê bûne

3 min read
0
241

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona belav kirin û ragihand ku di 24 demjimêrên bûrî de 13 kes bi Koronaya Nû COVID-19 ketine.

Daxuyaniya îro roja înê 10.04.2020an Wezareta Tendirustiyê wiha ye:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (6831) kes li (34) cihên cuda bûn. Niha tenê (1300) kes di kerentînê de mane, (754) kes li Hewlêrê, (51) kes li Silêmaniyê, (408) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germiyan, (22) li Raperînê. (4372) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (12) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (1239) pişknîn hatin kirin, (814) li Hewlêrê, (184) li Silêmaniyê, (241) li Duhokê.

Derencam (13) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (9) kes in, ku (5) jinên temen (42, 36, 26, 17, 13) in. (3) peyayên temen (50, 42, 35) salî ne û ji pêketiyên berê vegirtine.

Li parêzgeha Silêmaniyê (4) kes in, ku (3) peyayên temen (24, 22, 18) salî ne ji qezaya Çemçemalê ne.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (324) kes in, jê (3) haletên mirinê hene û (134) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin, ji ber ku bi rêjeya (% 79) ku dike 139 kes ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê ji hev vegirtine. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Bêtir

Encûmena Wezîran hewlên çareserkirina kêşeyên ligel Hikûmeta Federal gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 17ê Tebaxa 2022yan bi serperiştiya Serokw…