سه‌ره‌تا kurdistanî Konsolê giştî yê Amerîkayê daxwazek ji hemwelatiyên Kurdistanê kir

Konsolê giştî yê Amerîkayê daxwazek ji hemwelatiyên Kurdistanê kir

2 min read
0
147

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dike, pabendî rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin û wan rêkaran bi girîng û pêwîst binav dike.

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin li hejmara xwe ya tora civakî (Facebook) nivîsî: “Tika ye, ew dûrketinên civakî yên hatine danîn bicih bikin, ji ber ku ew take rê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona ye”.

Amaje bi wê da, berpirsên Herêma Kurdistanê wan rêkarên tund digirin ber, ji ber ku dizanin ku encamên xirap ji belavbûna vîrusa Korona derdikevin.

Konsole Giştî yê Amerîka li Hewlêrê dibêje: Bêgûman, Amerîkî û ewên din jî dikarin heman tiştî bikin, em tenê behsa cibicîkirina rêkaran bo çend hefteyan dikin, ne meh û salan.

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ji rêkarên girtine ber û daxwaz welatiyan dike ji bo xweparastinê pabendî wan rêkaran bibin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2ê Adara 2021ê pêşwaziy…