سه‌ره‌تا Derve Von der Leyen: Şandina penaberan qeyrana Sûriyê çareser nake

Von der Leyen: Şandina penaberan qeyrana Sûriyê çareser nake

1 min read
0
253

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro roja duşemê got ku şandina penaberan ji ber derîyên Ewrupa re nikare bibe çareserîya krîza Sûrîyê.

Leyen got ku ew rewşa Tirkîyê ya derbarê hebûna hejmara mezin ya penaberan fem dike, lê rêdana çûyîna penaberan ya Ewrupa nikare bibe bersîva pirsgirêkan.

Von der Leyen got: “Ez dizanim ku Tirkîyê jiber hebûna penaber û koçberan di rewişeke dijwar de ye, lê tiştekî em niha dibînin nikare bibe bersîv yan çareserî.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di rojên dawî de pirtir ji 10,000 penaber hewil didin ku ji Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibin, lê nobedarên tixubî yên Yunanî bi gazên rondikrêj pêşî li wan digirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Hejmara kuştiyên şerê HSD û DAIŞê li Hesekê zêde dibin – Şer heta niha jî berdewam e

Şer û pevçûnên li zîndana “Sinaa” a Hesekê, mezintirîn zindanên DAIŞê li Sûriyê di roja 3e…