سه‌ره‌تا Derve Penaberekî Sûrî li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê hat kuştin

Penaberekî Sûrî li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê hat kuştin

2 min read
0
248

Penaberekî Sûrî li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanê hat kuştin.

BBC ragihandiye, îro danê sibê hêzên asayişa Yûnanê komek penaberên ku dixwastin ji Tirkiyê derbasî Yûnanê bibin, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di encamê de penaberekî Sûrî bi navê Ehmed Ebû Îmad di stûyê de xwe de birîndar bû lê beriya ku bigihînin nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Hat gotin ku termê wî penaberî niha li Tirkiyê ye.

Piştî ku Tirkiyê sînorên xwe yên di navber Yûnanê de li hember penaberan vekir, bi deh hezaran penaberên Sûrî û Efxanî yên li Tirkiyê berê xwe dan deverên sînorî. Lê hêzên asayişa Yûnanê bi tundî pêşiya wan girtine û nahêlin derbasî Yûnanê bibin.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî kuştina 36 serbazên Tirkiyê li Sûriyê, gotibû, em êdî nikarin penaberan tehemul bikin ji ber wê jî emê sînorên xwe vekin, kî diçe bila biçe Ewropa!

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…