سه‌ره‌تا Derve Ebdulmehdî daxwaza hilbijartina pêşwext kir

Ebdulmehdî daxwaza hilbijartina pêşwext kir

1 min read
0
266

Serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz kir kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi zûtirîn dem were pêkanîn.

Îro roja duşemê 02.03.2020an Serokwezîrê karbirêkarê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, Hikûmeta karbirêker ne guncayî ye û pêşniyaz dike ku hilbijartinên pêşwext li çarê meha Kanûna Yekem a îsal were encamdan.

Herwiha Adil Ebdulmehdî daxwaz jî kiriye, beriya şêst rojan ji encamdana hilbijartinên pêşwext parlamento xwe hilweşîn e.

Ebdulmehdî diyar jî kir, hebûna valahiyê li posta serokwezîriyê de çareyek guncayî nîne.

Biryar bû duhê roja yekşemê 01.03.2020an Parlementoya Iraqê kabîneya serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Ellawî pesend bike. Parlementoya Iraqê civîna xwe encam neda û maweya yasayî bo pêkanîna bo Mihemed Ellawî bi dawî bû. Medyaya Iraqê belav kiriye Mihemed Ellawî wê derbarê vekişîna xwe j i pêkanîna kabîneya nû daxuyaniyekê belav bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Hejmara kuştiyên şerê HSD û DAIŞê li Hesekê zêde dibin – Şer heta niha jî berdewam e

Şer û pevçûnên li zîndana “Sinaa” a Hesekê, mezintirîn zindanên DAIŞê li Sûriyê di roja 3e…