
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî metirsiya serîhildana DAIŞê, metirsiyeke weke bo ser hemû mirovahiyê binav kir ku pêwîst e civaka navdewletî vê metirsiyê cidî bigire.
Nêçîrvan Barzanî îro roja çarşemê li gel Endamê Kongrêsa Amerîkayê Ralph Abraham û şanda pê re civiya.
Barzanî di civînê de spasiya piştevaniya Amerîkayê ya bo xelkê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge kir û tekezî li ser wê kir ku metirsiya DAIŞê li dijî hemû mirovahiyê ye û ji ber hindê pêwîst e civaka navdewletî serîhildana vê metirsiyê bi cidî bigire.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kir, “Piştî sala 1991an Herêma Kurdistanê navçeyek bûye ku partiyên opozisyonê û niha jî koçber û penaberan ji ber terorê berê xwe dayînê û weke pêgehek bihêz e bo xelkê lêqewimî.”
Herwiha di civînê de herdu aliyan behsa biharwahatina koçber û penaberan ji hemû pêkhateyên netewî û ayînî bê ciyawazî ji aliyê dezgehên Herêma Kurdistanê ve kir û pêkvejiyana hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê, serhildana metirsiya DAIŞê, berdewamiya piştevaniya Pêşmerge hevkariya Herêma Kurdistanê di warên cuda de û dostayetiya bihêz a xelkê Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj li ser hatin kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, dawîn pêşhateyên li navçeyê bi giştî û bi taybetî jî rewşa niha ya Iraqê û çend mijarên din ên peywendîdar bi navçeyê, di wê civînê de gotûbêj li ser hatiye kirin.