سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê pabendî destûrê be

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê pabendî destûrê be

4 min read
0
206

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî li Serokatiya Herêmê civiya.

Di destpêkê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo pêngavên hikûmetê yên pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî û projeyên hikûmetê û bawerîdana bi proseya çaksaziyê di çarçova karnameya Kabîneya Nehem de derbirî û daxwaz kir ku xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdisatanê bê cudawazî bê kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê hevkar û yarmetîdar dibe, ji bo Iraq ji vê rewşa neasayî ya niha derkeve û got jî: “Xwezyar in pirsgirêkên me bi Hikûmeta Federal re li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.”

Barzanî herwiha amaje bi wê da ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe, hetta li navçeyê faktereke seqamgîriyê be û pêwendiyên wê yên hevseng jî bi hemû aliyan re hebe, li ser binemaya rêzgirtina hevbeş.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, bo piştevaniya wî li Kabîneya Nehem û amaje bi wê da, ku bi proseya çaksaziyê berdewam dibin, ku ew beşeke sereke ya karnameya Kabîneya Nehem e û aramanca wê pêkanîna dadperwerî û berjewendiya giştî ya xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê rewşa niha ya Iraqê jî, Mesrûr Barzanî tekez kir, her ji destpêka destbikarbûna me ve, me hewl da pirsgirêkên xwe bi Hikûmeta Federal re çareser bikin û hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê jî bi hevtêgihîştina di navbera me de li ser binemaya destûrê hatiye kirin pabend be.

Piştre Wezîrên Tenduristî û Navxwe raportên xwe yên derbarê vîrûsa (Korona 2019) û rêkarên xweparastinê û rêgirtina li wê vîrûsê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin. Tekez kirin jî, heta niha ti keyseke tûşbûna bi wê virûsê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara dadgeha Almanya li ser cînosayda êzîdiyan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara dadgeha Almanya kir bo mehkûm…