سه‌ره‌تا kurdistanî Zêbarî: Li gor NYê bê Hewlêrê pirsa madeya 140 çareser nabe

Zêbarî: Li gor NYê bê Hewlêrê pirsa madeya 140 çareser nabe

1 min read
0
109

Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, Netewên Yekbûyî (NY) geheştiye wê baweriyê ku bê hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêka madeya 140 çareser nabe.

Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî Dr. Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê namire heta wê dema hemû bicîh tê û NY ji sala 2007ê ve daxwaza bicîhanîna destûrê dike.

Dîndar Zêbarî ragehand, encûmena asayîşa navnetewî ji sala 2007ê ve berdewam amaje bicîhanîna madeya 140 dike bo çareseriya rewşa navçeyê Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir, ku NY amadebûna xwe nîşan daye bo çareseriya pirsgirêkên wan navçeyan, lê Iraq ne amadeye li gel NYê pirsgirêkê çareser bike.

Li gor Zêbarî NY helwêstê xwe ragehandiye, ku bê beşdarbûn û nêrîna hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêkên wan navçeyan çareser nabe.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Mesrûr Barzanî bo Mezlûm Ebdi peyama sersaxiyê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata dayika Fermandarê Giştî…