سه‌ره‌تا Derve New Zelandayê perwerdeya hêzên Iraqê rawestand

New Zelandayê perwerdeya hêzên Iraqê rawestand

1 min read
0
227

Hikûmeta New Zelandayê erkê perwerde û rahênan kirina hêzên Iraqî rawestandû daxwaz ji welatiyên xwe dike, demekî herî zû de Iraqê bicih bihêlin.

Wezîrê Berevaniyê yê New Zelandayê Ron Mark di daxuyaniyekê de eşkere kir, wan erkê rahênan kirina hêzên Iraqî li serbazgeha Tacî rawestandine.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihand, bi sedema hevrikiyên di navbeyna Amerîka û Îranê de, piştî kuştina Qasim Suleymanî, rewşa Iraqê ber bi xerabûnê ve diçe. Lewma pêwîst e welatiyên New Zelandî, bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin.

Herweha Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihandiye, ku niha rewşa ewlehiyê li Iraqê ne aram e û pêwîst e welatiyên wan li Iraqê nemînin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…