سه‌ره‌تا Derve Dadgeha Siûdiyê ji ber doza Qaşikçî cezayê darve kirinê da 5 kesan

Dadgeha Siûdiyê ji ber doza Qaşikçî cezayê darve kirinê da 5 kesan

1 min read
0
337

Serdozgeriya Erebistana Siûdî ragihand ku ji doza kuştina Cemal Qaşikçî li balyozxaneya Stenbolê ji bo 5 kesan cezayê darve kirinê hatiye dayîn.

Serdozgeriyê daxuyakirin ku ji ber kuştina Cemal Qaşikçî ji bo 5 kesan cezayê darve kirinê hatiye dayîn û ji bo 3 kesên din ên di kuştina wî de tiliya wan hebûye jî 24 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Qaşikçî ku wekî muxalîfê rêveberiya Siûdî dihat naskirin û herwiha di rojnameyên Washington Post û Al-Arab News Channelê de wekî berpirs jî kar dikir, 2yê Cotmeha 2018an piştî ku çûbû konsûlxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê li wir hatibû kuştin û aqûbeta termê wî jî hê nediyar e.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Hewlêrê

Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li…