سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî ligel Mihemed Helbûsî civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel Mihemed Helbûsî civiya

2 min read
0
249

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên amade bû, her du aliyan dawî pêşhatên rewşa Iraqê û navçeyê û pirsa damezrandina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Iraqê projeyasayên ku niha li Parlemana Iraqê ne, hatin guftûgokirin.

Di civînê de her du alî hevnerîn bûn li ser karê hevbeş û dîtina rêçareyeke erênî ji pirsgirêkan re bi awayekî ku bersiva daxwazên rewa bide û xizmeta tevahiya welat, gel û pêkhateyên Iraqê bide.

Herwiha her du alî hevnerîn bûn li ser piştevanîkirina li proseya siyasî bo destnîşankirina serokwezîrê dahatî yê Iraqê, bi awayekî ku ligel daxwaza gelê Iraqê de be.

Hatina Helbûsî di demekê de ye, hêz û aliyên siyasî yên Iraqê mijûlî danana kesekî bo posta serokwezîrê dahatî yê Iraqê ne, ku pêştir Adil Ebdilmehdî dest ji kar kişandibû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…