سه‌ره‌تا Iraq Ebdulmehdî daxwaz ji wezîran dike heta pêkanîna hikûmeta nû li ser erk bimînin

Ebdulmehdî daxwaz ji wezîran dike heta pêkanîna hikûmeta nû li ser erk bimînin

2 min read
0
259

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz ji wezîrên hikûmetê dike, heta pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê li ser erkê xwe bimînin.

Îro 30.11.2019ê encûmena wezîrên Iraqê bi serokatiya serokwezîr Adil Ebdulmehdî de civînekî awarte pêkanî û behsa dest ji kar kêşana Ebdulmehdî guftûgo kir.

Li gor daxuyaniya encûmena wezîrên Iraqê, di civînê de Ebdulmehdî ragehand ku hikûmeta Iraqê tişta dest hatiye pêkaniye, her ji pêşkeş kirina paketa çaksaziyan û tayîn kirin û dabeş kirina erdê niştecîhbûnê û projeyasayên giring wek helbijartin, komîsyona helbijartin û encûmena xizmeta îtîhadî û ji ber wê daxwaz li Parlamentoya Iraqê kir di rûniştina pêş de çareseriya guncaw bo pêşerojê diyar bike.

Heman civînê de serokwezîr daxwaz ji endamên hikûmetê kir heta pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ser karên xwe berdewam bin.

Daxuyaniyê de hat aşkera kirin di civîna îro de dest ji kar kêşana rêveberê ofîsa serokwezîrê Iraqê û emîndarê giştî yê encûmenê jî hatiye pejirandin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…