سه‌ره‌تا kurdistanî Malpera ku buxtan li Mesrûr Barzanî dabû, daxwaza lêborînê kir

Malpera ku buxtan li Mesrûr Barzanî dabû, daxwaza lêborînê kir

1 min read
0
277

Wê malpera Amerîkî ya ku buxtan li serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî dabû, daxwaza lêborînê kir.

Meha borî malpera erebî ya bi navê “Alhurra”, ku ji aliyê Kongireya Amerîka ve tê fînansekirin, buxtan li serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî dabû û gotibû, Mesrûr Barzanî li Amerîka du vîla kirriye!

Wê malperê duhî di daxuyaniyeka nivîskî de daxwaza lêborînê li Mesrûr Barzanî kir û ragihand ku wan xelet kirine û raportê jî li ser malperê radikin.

Piştî belavbûna wê raportê, ofîsa serokê hikûmeta Kurdistanê bersiva wê buxtanê dabû û ragihandibû, ew nûçe û raport di binî de derew e.

Hinek malper û dezgehên medyayî yên Kurdistanê jî ew nûçeya derew kiribûn kurdî û belav kiribûn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Alîgirên PKKê “rêbera tundûtûjiyê” didin xwendekaran

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê “Tevgera Azadî…