سه‌ره‌تا kurdistanî Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya li salvegera damezrandina Dengê Kurdistanê

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya li salvegera damezrandina Dengê Kurdistanê

2 min read
0
208

Birêz Birêveber û Karmendên Radyoya Dengê Kurdistanê

Bi helkefta pêncih û şeşemîn salvegera destpêka pexşa Dengê Kurdistana Iraqê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û wan hemû xebatgêr û têkoşeran dikim ku di dema karkirina Radyoya Dengê Kurdistanê zehmetiyê kişandin û dengê zelalê şoreş û Pêşmergeyan bi xelkê Kurdistan û cîhanê gihandine.

Radyoya Dengê Kurdistanê werçerxanek bû li xebata rizgarîxwaziya gelê me û pirekî bi hêz li navbera şoreş û xelkê û Pêşmerge û cemawerê Kurdistanê bû. Radyoya Dengê Kurdistanê her dem cihê hêvî û moral bilindkirinê bûye. Li hemû qonaxan da jî amrazê bi hêz yê hişyarkirina xelk û berevanîkirina mafên rewayên gelê Kurdistanê bûye.

Li vê salvegera pîroz da ew çaverêyî li we yên birêz û xweşdivî heye ku bi awayeke çalaktir berdewam bin li gihandina peyama azadîxwazî û pêkvejiyan û avadanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û li heman demî de jî sedemek bin ji bo pêdana hişyarî û berçavrûniya xelk û bi taybet nifşa nû û bihêzkirina hestên niştimanperwerî û xizmetkirina welat.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim û bimînin ji bo Kurd û Kurdistanê

Mesûd Barzanî
28.09.2019

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Bêtir

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan tekezî li rûbirûbûna terorê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Cîgirê Ferma…