سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî: Em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin!

Mesrûr Barzanî: Em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin!

7 min read
0
102

Ofîsa ragehandina serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, naveroka civîna îro ya serok wezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel frakisyonên Kurdistanî di Civata Nûnêrên Iraqê de belav kir.

Îro, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cêgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di avahîya Civata Wezîran de li Hewlêr li gel Frakisyonên Kurdistanî yên di Civata Nûnerên Iraqê de civîya.

Di despêka civînê de serok wezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, frakisyonên Kurdistanî agahdar kirin ji rewşa gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de û got: Pêşkeftin di gotûbêjên me de li gel Bexdayê hene û hêvîdarîn li ser binemayên destûrî arişe bên çareserkirin bi awayekê ku prensîpên hevpişkên rasteqîne û hevsengî û sazan bihên berçavkirin.

Serok wezîrê Herêma Kurdistanê, tekez kir ku arişeyên xelkê Kurdistanê ne tenê budce û mûçeye, belkû em xwedî pirseke nîştîmanî ne û me daxwazên neteweyî yên xwe hene û em dest ji maf û daxwazîyên xwe yên destûrî bernadin.

Di civînê de, serokê wezîr û cêgirê wî, li ser çend babetan bi dirêjahî zanîyarîyên pêwîst derbarê maf û daxwazîyên destûrî yên binpêkirî yên Herêma Kurdistanê bo frakisyonên Kurdistanî xuya kirin.

Yekem: Derbarê petrol û radeya berhemanîna rojene ya Petrola herêma Kurdistanê û ewa dihêt hinardekirin û şehnîyên darayî yên şîrketên petrolê û dehata mehaneya petrolê ku mûçeyê dihên xerc kirin zanîyarî yên hûr û pêwîst hatin pêşkeşkirin. Ew zanyarî jî pişkeke ji projeya hûrbînîya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye ku ji alîyê kompanîyaya nêvdewletî (Deloitte- Dîloyît) hatîye amadekirin û sîyseta ruhin û xuyaya hikumeta Herêma Kurdistanê ye di warê petrol û gaze de.

Dûyem: Qer (deyn) derbarê dosyeya qerên Kurdistanê, di civînê de amaje bi wan qeran het kirin ku di stûyê Herêma Kurdistanê de ne û pişkek ji dosye ya danûstandinên li gel hikumeta Bexdayê. Sedema sereke ya wan qeran jî, birrîna budceyê herêma Kurdstanê bû ji alîyê Bexdayê û wê krîza darayî yê bû ku ji encama wê budce birrînê durist bû, lewma jî dabînkirina xercîyên zêdetir ji dû milyon awareyan şerê dasepandîyê rêkxistîya terorista DAIŞê.

Sêyem: Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amadeyî ya xwe nîşan daye bo pêbendbûnê bi wan iltizamatên destûrî yên di kevin di stûyê wê de, hevdem bi ti awayekê sazişê li ser maf û desthilatên xwe nake di çarçoveya destûrê de.

Di civînê de amaje bi wê yekê jî hat daku hikumeta Herêma Kurdistanê li 30/7/2019 serok û endamên komîteyên teknîkî destnîşan kirîne û giftûgo jî li gel hikumeta Fedral berdewame li ser dosyeyên darayî, budce, perol û gaz, qer û deverên Kurdistanîyên dikevin derveyê rêvebrîya Herêmê. bi wê arasteyê ku bigehîn rêkkevtinê li ser budceya fedral bo sala 2020ê û karkirina berdewam li ser çareserîyên demdirêj daku ewan dosyeyan li ser binemayên destûrî û berjewendîya hevpişk bi li ber çav girtina prênsîpên şeraketa rasteqîne û hevsengî û sazanê.

Herweha di civînê de, amaje bi wan yasayan jî het kirin ku ji Civata Nwênerên Îraqê derdikevin û ne guncayîne li gel binemayên destûrî û sîstema fedralî.

Firakisyonê Kurdistanî xweşhalbûn bi wê civînê û bi wan zanîyarîyên hûr û pêdivîyên hatin pêşkeşkirin. Biryar jî hat dan ji boan hevahengîya zêdetir civîn di navbera firakisyonên Kurdistanî di civata nwênerên Îraqê de berdewam be.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Qamişlo şer di navbera asayiş û hêzeke rêjîma Sûriyê de derket

Li Qamişlo şer di navbera hêzên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma …