سه‌ره‌تا Dîmaneyên Serok Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

2 min read
0
390

Roja çarşem 17.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe bi wê guhertinên erênî ragihand ku li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û her wiha pêşveçûna peywendî û danustandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rûdaye û wekî hêviyek da zanîn. Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe jî ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dûpat kir. Her wiha balkişand li ser daxwaza Brîtanya ya li pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya bi girîng wesif kir û hêvî xwest ew peywendî berev pêşve biçin û hêviya serkeftinê jî li erk û karê nû yê Konsolê Giştî yê nû Brîtanya li Hewlêrê xwest.

Rewşa siyasî û guhertinên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha guftûgokirina gefên terorîstên Da’îş û metirsiyên dûbare derketina wan, mijareke dinê vê civînê bûn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara dadgeha Almanya li ser cînosayda êzîdiyan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara dadgeha Almanya kir bo mehkûm…