سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nurî Malîkî kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nurî Malîkî kir

1 min read
0
181

Îro yekşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta bi dawîbûna kongreya Hizba Dewa ya Îslamî û dubare hilbijartina Nurî Malîkî weke Sekreterê Giştî peyama pîrozbahoyê arasteyî wî kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha hatiye gotin: “Bi minasebeta bi dawîbûna kongreya we û dubare hilbijardina cenabê te weke Sekreterê Giştî yê Hizba Dawa ya Îslamî pîrozbahiyê li we dikim. Hêvîdarim hilbijardina we bibe destpêka qonaxeka nû di warê peywendîyên ligel Herêma Kurdistanê ku niha rewşeka erenî heye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê jî da Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe da hevî xwestiye ku Hizba Dawa bo başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji wê atmosferi ernî ya heyî îstîfade bike û bibe hikara geşepêdanê li seranserî Iraqê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Biro: Divê diyaloga bi Şamê re di bin çavdêriya navdewletî de be

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm …