سه‌ره‌تا kurdistanî “Pêkanîna sîstema herî baş a perwerdeyê beşeke girîng a karnameya me ye”

“Pêkanîna sîstema herî baş a perwerdeyê beşeke girîng a karnameya me ye”

1 min read
0
28

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nêrîna xwe li ser sîstema perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê anî ziman.

Mesrûr Barzanî di tweeta xwe de diyar kir: “Nêrîna me ji bo Kurdistanê pêkanîna derfeta yeksan û hêza karê perwerdekirî ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a tweeta xwe de tekezî li pêkanîna sîstema herî baş a perwerdehiyê dike û dibêje: “Pêkanîna sîstema herî baş a perwerdehiyê ji bo zarokên Kurdistanê, beşeke girîng a bernameya me ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di karnameya kabîneya nehem de, ku roja 10/7/2019an li Parlementoya Kurdistanê eşkere kir, behsa girîngiya perwerdeyê kiribû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…